Li başûrê Idlibê di êrîşên çeteyên dewleta Tirk de, 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên mirovan ragihand ku îro çeteyên dewleta Tirk êrîşî nuqteyên hêzên hikumetê li bajarê Kefer Nûbil ê li başûrê Idlibê kir.
Di encamê de, 3 leşkerên hikukmeta Şamê hatin kuştin û jimarek birîndar bûn.
Di heman demê de jî, hêzên hikumeta Şamê nuqteyên çeteyan li Cebel El-Zawiyê topbaran kirin.
Çavdêriyê her wiha duh diyar kiribû ku çeteyên Tirkiyê û hêzên hikumetê, li gundewarên Helebê, êrîşî hev kir.