Hevserokê Mala Êzidî ya herêma Cizîrê şaxê Hesekê Farûq Tozo da zanîn, ku peymana PDK’e û Bexdayê, komployeke mezin û nû li ser Şengalê ye.
Farûq Tozo destnîşan kir ku ev peyman bêyî girtina nêrîna şêniyên Şengalê yên bi tenê li beramberî komkujî û sûcên çeteyên DAIŞ’ê hatin hiştin, pêk hat.
Tozo diyar kir ku armanca vê peymanê, pêkanîna komployeke mezin û nû li ser Şengalê ye.
Li gorî hevserokê Mala Êzidiyan, ev peyman, li dijî diyaloga kurdî -kudî ye.
Di dawiyê de, Hevserokê Mala Êzidî ya herêma Cizîrê şaxê Hesekê Farûq Tozo, piştgiriya xwe bo xelkên Şengalê nîşan da û diyar kir ku ew ti lihevkirinên bêyî vîna gelê Şengalê qebûl nakin.