Li Efrîna dagirkirî jî binpêkirinên dewleta Tirk ên hovane dewam dikin, herî dawî 2 sivîl hatin revandin.
Malpera Afrîn Post ragihand ku çeteyan duh şêniyê kurd ê bi navê Zihêr Reşîd Faris ji taxa Eşrefiyê ya Efrînê revand.
Her wiha şêniyê bi navê Mesûd Elî Gêlo ji gundê Bedîna yê Racoyê revand û birin ber bi bargehek xwe.
Li aliyekî din jî, çeteyan dest danîn ser 70 kg zêytûnên şêniya bi navê Fatima Mistefa ya li gundê Sînaka yê navçeua Şera ye.