Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên êriş û binpêkirin xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîn e.
Çeteyan duh bi guleyan şêniyeke ji gundê Til Cebel ê girêdayî bajarokê Menacîr ê gundewarê Serêkaniyê dema ku bi hevjînê xwe re ji dest kiryarên wan direviya, birîndar kir.
Hevjînê Wedhe Salih, Macid Mihemed derbarê buyerê de wiha got:
Gundê me Til Celbel hat dorpêçkirin.
Di dema derbasbûna çeteyan de me hewl da bi peyatî ber bi nuqteyên QSD’ê yên li gundê Erîşa ve, biçin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê herêmê bombebaran dikin.
Dema em gihaştin gund, çeteyan gule li me reşandin û gule li sîngê hevjîna min ket.
Macid Mihemed bi alîkariya sivîlekî bi rêya motorskilêt ew rakir Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a li navçeya Til Temirê.