
Ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê û Başûrê Kurdistan Komkara Dewletên Erebî nerazîbûn nişan da û got ev yek nayê qebûlkirin.
Komkara Dewletên Erebî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengal û Başûrê Kurdistan şeremzar kir û got:
Destwerdanên leşkerî yên Tirkiyê çi li xaka Sûriyê be, an Lîbya an jî Iraqê bûye çavkaniya fikaran.
Ev destwerdan ji aliyê dewletên Erebî ve nayê qebûlkirin.