Rêveberiya Xweser qurbaniyên komkujiya Sêfo bîr anî

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî bi daxuyaniyekê qurbaniyên komkujiyên Sêfo ku Osmaniyan li dijî gelên Aşûr, Suryan û Keldan pêk anîne, bîr anîn.

Rêveberiya Xweser piştrast kir ku divê pêşî li sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelên herêmê bê girtin.

Îro 15’ê Hezîranê ye salvegera komkujiyên Sêfo ya sala 1915’an e ku Osmaniyan li dijî gelên Aşûr, Suryan û Keldan pêk anîn û bi sed hezaran kes bûn qurbanî.

Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûrî bi daxuyaniyekê komkujiyên Osmaniyan û yên dewleta Tirk şermezar kir û qurbaniyên komkujiya Sêfo bîr anî.

Rêveberiya Xweser diyar kir ku komkujiya Sêfo metod û siyaseta Osmanî ku di dîrokê de û niha ji bîr nabin, nîşan dide.

Her wiha hê jî Tirkiye û çeteyên wê rojane li herêmên dagirkirî yên Sûriyê komkujiyan pêk tînin.

Rêveberiya Xweser bang li NY’yê, civaka navneteweyî û tevahî aliyên pêwendîdar kir ku pêşî li sûcên Erdogan ên li dijî gelên herêmê bigirin.

Divê cîhan tev bigere û li hember rola Tirkiyê ya ku wê zêdetir krîz û şer bi xwe re bîne berpirsyar be.

Back to top button