Rêveberiya Xweser spasiya gelê herêmê kir û biryarên nû da

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, derbarê pêşîgirtina belavbûna vîrûsa Coronayê, ji bo gelê herêmê li gorî tedbîrên hatîn girtin tevdigerin spasî kir û hin biryarên nû jî derxist.

 

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya daxuyaniyekê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê spasî kir.

Rêveberiya Xweser bang li gel kir ku bila bi cidiyet nêzî tedbîran bibin û mecrên mirovî di ber çavan re derbas bikin.

Her wiha rêveberiyê çend biryarên nû jî derxistin, ji wan:

– Divê dikandar buhaya tiştan li gorî lîsteya rêveberiya temwînê tevbigerin.

– Cenaze ji derveyê herêmên rêveberiyê tên pêşwazîkirin tenê bi şerta ku ji xelkên herêmê be û piştî tedbîrên tenduristiyê werin girtin.

– Her kesê ji derveyî herêmên Rêveberiya Xweser werin herêmê, wê 14 rojan bimîne mala xwe.

-Buroyên pevguhestina pereyan wê heftê tenê di roja înê de bên vekirin.

Back to top button