Li Yemenê hikumeta nû, bi derketina biryara nû ya komarê re, hat ragihandin.
Biryara avakirina hikumeta nû, piştî şopandina “Destûra Komara Yemenê, însiyatîfa Meclisa Hevkariya Kendavê û encamên diyalogên niştimanî û peymana Riyadê” pêk hat.
Serokê Hikumeta Yemenê yê nû Mû’în Ebdulmelek li ser hesabê xwe yê Tiwîtterê daxuyand ku:
“Hikumeta hatiye ragihandin, xwedî bernameyeke zelal û durist a siyasî, aborî û rêveberiyeke xurt e, da dewlet aramiyê misoger bike, saziyan ava bike, li hemberî gendeliyê bisekine û rewşa xizmetguzariyê baş bike.”
Erebistana Siûdî, Misir, Brîtanya û gelek welatan, hikumeta Yemenê ya nû pîroz kir.