Şêniyên Til Temirê bi çalakiyekê hevkariya PDK’ê şermezar kir

Hêrs û nerazîbûnên gelên Bakur û Rojhilatrê Sûriyê li dijî siyastea PDK’ê û hevkariya wê ya dewleta Tirk re zêde dibe.
Îro di çaroveya rêzeçalakiyên li herêmê de Li Til Temirê gel li dijî hevakariya PDK’ê bi dewleta Tirk re û lêkirina dîwarê di navebra Şengal û Rojava, de daketin kolanan.
Di meşê li dijî êriş û hevkariya PDK’ê bi Tirk re peyama bilindkrina têkoşînê hate dayîn.

Li hember êrişên PDK’ê yên li ser gerîla û hevkariya wê bi dewleta Tirk re hêrsa gel li seranserî Bakur û Rojhialatê Sûriyê zêde dibe.

Şêniyên Til Temirê, ji bo şermezarkirina helwesta PDK’ê û avakirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de, daketin qadan.

Bi hezaran şêniyên navçeyê li pêşiya Navenda Meclisa Malbatên Şehîdan kom bûn û ber bi navenda bajêr meşiyan û dirûşmên dijî hevkariya PDK’ bi dagirkeriya Tirk re qîrîyan.

Piştî meş veguherî mitîngê, li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk-PYD’ê Ebdilxenî Oso axivî.

Ebdilxenî Oso diyar kir ku hin aliyên Kurdî dixwazin Şoreşa Rojava têxin xizmeta ajandayên dijminê şoreşê.

Oso bal kişand ser planên li pişt avakirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de got, lêkirina dîwar dewama siyaseta qirkirinê li dijî civaka Êzîdî ye.

Oso diyarkir ku avakirina dîwar dikeve xizmeta berjewendiyên dagirkeriya Tirk, ya ku bi PDK’ê re amadekariyên êrişeke hevbeş li ser gerîla dikin.

Endamê PYD’ê Ebdilxenî Oso di dawiyê de bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Kurdistanê kir ku li dijî planên dijmin hevgirtî bin û têkoşîna xwe bilind bikin.

Back to top button