16 çeteyên Hereket el-Şebab hatin kuştin û 6 hatin girtin

Li Somalyayê, 16 çeteyên Hereket el-Şebab di encama operasyoneke ewlehî de hatin kuştin.

Artêşa Somalî bi daxuyaniyekê ragihand ku duh, di encama operasyoneke hêzên El-Denib ên taybet, li parêzgeha Cûba jêrîn 16 çeteyên Hereket El-Şebab ku di nav wan de, 3 serçete hebûn, hatin kuştin û 6 jî hatin girtin.

Artêşê her wiha diyar kir ku li heman parêzgehê, navendên tevgerê hatin rûxandin.

Ev operasyon, piştî çeteyên Hereket El-Şebab 30 kesên ku di nav wan de fermandar û berpirsên herêmî hebûn, kuştin, pêk hat.

Back to top button