Li Tûnisê, çeteyeke DAIŞ’î, di encama operasyoneke hêzên ewlehiyê de hat girtin.
Wezareta Hundir a Tûnisî, bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku Înê hêzên ewlehiyê operasyoneke leşkerî li dijî navendeke çeteyên DAIŞ’ê pêk anî.
Di encama operasyonê de, çeteyek DAIŞ’ê ku amedekariya operasyoneke terorîst dikir, hat girtin û gelek cebilxane û alavên teknîk jî hatin desteserkirin.



