Li eniyên Idlibê şer-leşkerekî hikûmetê û 2 çete hatin kuştin

Di şerê di navbera hêzên hikûmetê û çeteyan ên li Idlibê, leşkerekî hikûemtê û 2 çete hatin kuştin. Li Derayê jî gel daktin qadan û banga serbestberdana girtiyan kirin.

Çavdêriyê Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku şevê din hêzên hikûmetê bi ser nuqetên çeteyan ên li gundê Fitêra yê li başûrê Idlibê girtin.

Li vir şer derket û di encamê de leşkerekî Hikumeta Şamê û 2 çete hatin kuştin.

Şêniyên Deraa banga berdana girtiyên kirin

Li aliyê din, xwepêşandanên li Derayê ên li dijî Hikûmeta Şamê di roja 2’an dewam kirin.
.
Şêniyên bajarê Sinemîn yê Derayê li navenda bajêr kom bûn û banga berdana girtiyan û der derketina çekdar û hêzên Îranê ji xaka Sûriyê kirin.

Li Derayê bi teqîna mayînekê 2 leşkerên hikûmetê hatin kuştin

Her wiha çavdêriyê da zanîn ku li gundewarê Derayê jî mayînek bi erebeyek hêzên hikûemta Şamê ve teqiya.

Di encamê de, 2 leşkerên hikûmetê hatin kuştin û birîndar jî hene.

Back to top button