Li kampa Holê koçberekî ji bajarê Babê yê dagirkirî hat kuştin

Kampa Holê ku ya herî metirsîdar di cîhanê de ye, bûye cihê bûyerên kuştinê. Ev bûyer her diçe li kampê zêde dibin. Koçberkî ji bajarê Babê duh kuştî hat dîtin. 

Koçberê hatî kuştin Mistefa Ebdulqadir Cebelî 33 salî û ji bajarê Babê yê dagirkirî ye.

Mistefa li Kampê, kuştî hat dîtin.

Çavkaniyan ji kampê ragihandin, cihê derbeyên giran di serî û lingê Mistefa de hebûn.

Hat diyarkirin ku Mistefa ji aliyê 3 kesan ve hatiye kuştin.

Hêzên Asayîşê karîbûn yekî ji wan her sê kesan bigirin û niha di destê wan de ye.

Ev buyer li kampa Holê tim rûdidin.

Îsal tenê, 126 êriş li kampê çêbûn.

Tê de 90 kes hatin kuştin, ji wan 68 penabrên Iraqî bûn.

Ji bo radestkirina malbatên çeteyan ên li kampê ji welatên wan re jî, Rêveberiya Xweser tim bang dike.

Ev bang ji aliyê gelekan ve heta niha bi cih nehatine.

Back to top button