Li Efrînê 11 sivîlên din hatin revandin

Roj derbas nabe ku dewleta Tirk û çeteyên wê sivîlên Efrrînê nerevînenin, negirin û nekujin..Her roj ev kirin li dijî sivîlan tên kirin. Bi armanca xwestina fîdyeyan, Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dîsa 11 sivîl ji Efrîna dagirkirî revandin.

Navê kesên revandî jî ev in:

Elî Hemo

Husên Şêxo

Ezîz Şêxo

Betal Mihemed Şêxo

Heysem Remzî Hecî Hemo

Henîf Arif Şerê

Mihemed Birîm

Û Henîf Henan ji gundê Reca yê navçeya Mabata, revandin..

Piştî dayîna fîdyeyan Henîf Henan û Mihemed Birîm serbest berdan, lê hê jî çarenûsa sivîlên din ne diyar e.

Çeteyan ji gundê Meimila ya navçeya Mabata jî, Lawend Umer Simo (20), Mihemed Menan Birîm (32) û Ciwan Şukrî Umer (20) revandin.

Li dijî dagirkeriya Tirk û sûcên wê duh li navçeya Mabata xwepêşandanek li dar ket.

Back to top button