Hêzên hikumetê rê nedan rêxistinê mirovî derbasî Şêxmeqsûd bibin

Bertekên li dijî dorpêça li ser Şehbayê zêde dibin. Rojane çalakî li herêmê tên lidarxistin, di çalakiyan de banga rakirina dorpêça hişk tê kirin.

Ev zêdetirî sê mehane hêzên hikûmeta Şamê dorpêçeke hişk li ser Şehba û taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ferz kiriye.

Vê sibehê hejmarek rêxistinên mirovî ku ji bo alîkariya bi astengdaran re xwestibû derbasî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bibin, hêzên hikumetê rê neda..

Xwendekarên gundê Til Qirah bi meşekê dorpêç şermezar kirin

Îro li dijî vê dorpêçê bi sedan xwendekarên herêma Efrîn û Şehbayê li bajarokê Til Qirah meşiyan.

Piştî meş veguherî mêtingê, daxuyaniyek hat dayîn û hat gotin:

“Hikûmeta Şamê dorpêç li ser me ferz kiriye û dewleta Tirk jî herêma me toparand dike.

Ev kiriyarên dijî zangonên navnetewî û mirovî rê li ber xwendina me girtiye.

Nêzî 72 dibistan hatine girtin û 15 hezar xwendekar jî ji xwendinê bê par mane.”

Yekîtiya mamosteyan yên herêma Efrînê li dijî dorpêçê daxuyanî da

Bi heman armancê bi dehan endamên Yekîtiya Mamosteyan a TEV-DEM’ a herêma Efrînê li qada Dibistana Şehîd Kendal a li gundê Til Qirahê daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê li gel zivistanê zehmetiyan di dabînkirina pêdiviyên rojane de dikişînin û hat gotin:

“Dewleta Tirk jî rojane dibistan û welatiyan topbaran dikin.

Em vê dorpêçê şermezar dikin û bang li rêxistinên civaka sivîl û yên mafên mirovan dikin ku bi erkên xwe rabin û dorpêçê êdî bi dawî bikin.”

Back to top button