Iraq..Dadgeha Federal namzetiya Hoşyar Zêbarî betal kir

Pişt boykotkirina hilbijartina serokkomariya Iraqê ya 7’ê Sibatê, hê jî nedyar e bê rewş ber bi ku ve biçe. Herî dawî mijara namzetiya endamê PDK’ê Hoşyar Zêçbarî weke pirsgirêk ketibû rojevê, Îro dadgeha federal a Iraqê biryara xwe a têkildarî meselê eşkere kir.. Û namzetiya Hoşyar Zêbarî bi awayekî fermî hate betalkirin.

Piştî ku Hoşyar Zêbarî li ser navê PDK’ê bû namzetê serokkomariya Iraqê, gelek aliyan nerazîbûn nîşan da.

Sedema wê jî ew bû ku Zêbarî dema wezîrê dareyî bû têkelî gelek karên dizî û sextekariyê bûye.

Ji ber vê çendê giliyê wî li cem Dadgeha Federal a Iraqê hate kirin.

Piştî lêkolînên hatî kirin, dadgehê îro ji bo namzetiya Hoşyar Zêbarî zelal bike, civiya.

Dadgehê namzetiya Zêbarî ya ji bo serokkomariyê red kir.

Heta niha PDK’ê bi fermî tenê Hoşyar Zêbarî ji bo serokkomartiya Iraqê wek namzet nîşandaye.

Back to top button