Li Bûkemalê ya Dêra Zorê gelek teqîn çêbûn, di heman demê de balafir li ser herêmê geriyan.
Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku li bajarê Bûkemalê 8 teqînan rû dan, hemwextî wê doronên nenas li ser herêmê digeriyan.
Têkildarî ziyanên mirovî agahî nehatin diyarkirin.
Gelek caran, herêma Bûkemalê ya sînorî ku piraniya xwe di destê çekdarên Îranê de ye, bûye armanca balafirên Îsraîlê.