Aram Hena: Hêzên me li hemberî planên Tirkiyê bend in û êrîşan têk dibin

Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Aram Hena destnîşan kir ku vebijêrka wan berxwedan û parastina herêmê ye. Endamê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya MSD’ê şaxê Reqayê Xelîl Xemîs jî, ji ber bêdengiya Rûsya ew bi hevkarê êrîşan tewanbar kir û banga rawestandina êrîşan kir. 

Bêdengiya Rûsya, dewleta Tirk a dagirker hîna bêhtir han dide û wê weke hevakarê êrîşan jî dide diyarkirin.

Armanca sereke ya dagirkeriya Tirk, kontrolkirina rêya M4 ya herêmên Cizîr û Firatê bi hev girêdide, ye.

Lê belê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bersiva êrîşan didin û rê nadin ku dagirker gavê bi pêş de biavêjin.

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Aram Hena destnîşan kir ku hêzên wan her li dijî dagirkeriya Tirkiyê li ber xwe didin.

Hêzên me li hemberî planên Tirkiyê bend in û parastina herêmê dikin.

Bi hemû hêza xwe, em bersiva êrişên li ser herêmê didin û êrîşên dagirkeran têk dibin.

Her wiha hêzên me bi berpirsyariya xwe ya parastina herêm û gelên xwe radibin.

Aram Hena: Yekîtiya gelên herêmê û piştgiriya QSD’ê wê planên Tirkiyê têk bibin

Aram Hena anî ziman ku sûcên li Til Temir û gundewarên wê pêk tên bi êrîşên li ser Eyn Îsayê ve girêdayî ne, bi vê yekê Tirkiyê rêzê ji peymanên navneteweyî nagire.

Înê gundewarê navçeyê bûbû armanca êrîşên artêşa Tirk û hovên wê û sivîlek birîndar kir.

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryanî bang li gelê herêmê kir ku çanda berxwedanê di nava civakê de belav bikin, ji ber bi yekîtiya gelê herêmê û piştgiriya bi QSD’ê re dê planên Tirkiyê têk biçin.

Xelîl Xemîs:Rûsya hevkar û ne garantor e

Dagirker rasterast sivîlan dikin armanc, mînaka herî nêzîk, di topbaran berî du rojan a li ser Eyn Îsayê diyar dibe û ji ber wê zarokekî bêguneh şehîd bû.

Ji ber bêdengiya Rûsya, Endamê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya MSD’ê şaxê Reqayê Xelîl Xemîs, ew bi hevkarê êrîşan dewleta Tirk tawanbar kir.

Rûsya ne garantorê agirbestê ye, lê hevkarê dewleta Tirk e.

Rûsya hevkarê êrîşan e ji ber ku bi rola xwe ya garantor ranabe û ti helwestê nîşanî êrîşên Tirkiyê li ser Eyn Îsayê nade.

Tevî ku bargehên wê li wir hene û hêzên xwe zêde kirin jî, ti gavê navêje.

Hefteya borî, baregeha Rûsyayê ya li gundê el- Hemra ya Til Temirê hat topbarankirin, lê Rûsya weke her car bêdeng ma.

Xelîl Xemîs diyar kir ku Rûsya dikare zextê li Tirkiyê bike û êrîşan bisekinîne, lê bi êrîşan dixwaze zextê li Rêveberiya Xweser û QSDê bike da ku tawîzan bide hikumeta Şamê.

Endamê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya MSD’ê şaxê Reqayê bang li civaka navnetewî kir ku bi erka xwe rabe û êrîşên hovane yên li dijî ewlehî û azadiya gelên herêmê bisekinîne.

Back to top button