Komxebata tifaqa Kurdistanê armanca kongreya netewî da ber xwe

Komxebata Yekîtiya Neteweyî ku du roj bûn li Bakurê Kurdistanê dihat lidarxistin bi encamnameyekê bi dawî bû.
Di encamnameyê de bang li hemû aliyên Kurdî yên li herçar beşên Kurdistanê hat kirin ku yekîtiya xwe ava bikin û ber bi Kongreya Netewî ve bimeşin.

Encamnameya Komxebata Tifaqa Kurdistanê piştî niqaşên 2 rojan b bi daxuyaniyekî bi dawî bû.

Di encamnameyê de hate ragihandin ku komxebata ku bi armanca Yekîtiya Neteweyî hat plankirin, bi awayekî serketî bi dawî bû.

Hate gotin ku di nirxandinên komxebatê de xala ku herî zêde derketiye pêş divê xebatên yekrêziya Kurdî ne li ser îdeolojiyan bes li ser nirx û deskeftiyên netewî, xwedîderketin, mezinkirin û parastina deskeftiyan bê meşandin.

Di komxebatê de banga tifaqa netewî ku ji aliyê gelê me û hêzên cihanî ku ji mer dibêje “hûn bibin yek em ê piştevaniya we bikin” li qadro û partiyên me ferz kir ku em xwe bi yekîtiya netewî bigirin. Ev rewşeke erênî ye û belkî jî di dîroka Kurdistanê de cara ewil e di vê astê de tê xuyakirin!

Di Komxebatê de xala hevpar ev bû ku ji bo Yekîtiya Netewî gava ku wê li Bakurê Kurdistanê bê avêtin li çar perçeyan divê bê geşkirin û ber bi Kongreya Netewî ve mezin bibe.

Xala din a Komxebatê, beşdarkirina partiyên din bû ku derveyî xebatên tifaqê mane. Ev nêzîkatî erênî û hêvîbexş e.

Em bi hêvî ketin Komxebatê û me dît ku di temamê Komxebatê de jî hêvî bandorker bû. Ji bo çalakkirina vê hêviyê Komxebatê ev peyam da; em hem nîqaş bikin û hem jî bi awayekî çalak bimeşin.”

Leave a Reply

Back to top button