Di navbera Îran û Amerîkayê de pevguhertina girtiyan

Demek bû ku Îran û Amerîka ji bo pevguhertina girtiyan hevdîtin pêk dianîn.
Piştî demeke dirêj ji hevdîtinan niha jî gavên nû têne avêtinê.
Amerîkayê peymana pevguherinê bi Tehranê re Îmze kir û cezayên li ser pereyên Îranê betal kir.
Niha jî çav li rêye ku di demeke nêz de girtî serbest bêne berdan.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) biryara rakirina cezayên 6 milyar dolarî yên li ser Tehranê hatibûn sepandin betal kir.

Di berdêla van de wê welatiyên Amerîkî yên li girtîtehên Îranê de serbest werin berdan.

Amerîka û Îran wê 5 girtiyan li hev bugoherin

Rêvebiriya Washingtonê di berdêla berdana 5 welatiyên Amerîkî yên li girtîgehên Îranê de, cezayên li ser pereyên Îranê rakir.

Li gorî li hevkirinê wê 6 milyar dolarên cemidî yên Tehranê were radestkirin.

Her wiha wê Amerîka 5 hemwelatiyên Îranê jî serbest berde.

Di vê çarçovê de bi giştî îhtîmalek hat dayîn ku ew pereyên Îranê ji Koreya Başûr derbasî Qeterê bibin.

Ev tê wateya şikandina cezayên Amerîkayê yên li ser Îranê.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken di dawiya hefteya borî de peyman îmze kir.

Mehek piştî li hevkirina rayedarên Amerîkî û Îranî de ev gav hatin avêtin.

Li Amerîkayê hinek aliyan ev lihevkirin rexne kirin û diyar kirin ku wê ev gav aboriya Îranê xurt bike.

Berdevka Konseya Ewlehiya Neteweyî Adrienne Watson biryara rêvebiriyê parast û got:

“Tişta ku li vir tê kirin, hewldan serbestberdana 5 Amerîkiyan e.”

Çar ji wan pênc girtiyên Amerîkî meha borî ji girtîgehên Îranê bo hepsa malê hatibûn veguhestin.

Girtiyê pêncemîn jî beriya niha di hepsa malê de bû.

Aliyên pêywendîdar diray kirin ew li bendê ne ku girtî di nava hefteyekê de bên berdan.

Back to top button