Meclisa Jinan a Sûriyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser “Girîngiya xebata dilxwazî” li hola xwe ya li Reqayê civînek li dar xist.
Jinan gotin:” Divê fikra komînan li tevahî erdnîgariya Sûriyê pêk bê”.
Endamên meclisên jinan û komînên li Reqayê, çalakgerên jin û endamên jin ên Nivîsgehên Olî beşdarî civînê bûn.
Di civînê de endama Meclisa Jinan Feyroz Xelîl balkişand li ser rola jinan di avakirina komînan de û wiha got:
“Di vê demê de divê em di komînan de layiqê xebata dilxwazî ya avakirina civaka xwe bin û hevgirtî bin.
Jinên Siwêdayê banga pêkanîna Rêveberiya Xweser û piştgiriyê ji jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwazin.
Ev yek nîşane ye ku fikra komînan û xebata dilxwazî serkeftina xwe di civakê de îsbat kir”.
Jinên beşdarî civînê bûn diyar kirin ku rêxistin piştgiriyê di aliyên siyasî, civakî û çandî de dide jinan.
Civîn bi avakirina komên jinên dilxwaz ku serdana kampan bikin û rewş û pêdiviyên wan bişopînin û piştgiriyê bidin jinan, bi dawî bû.