Encamên êrişa dewleta Tirk yên meha 5’ê Cotmehê

Dewleta Tirk a qirker, ji bo ziyan bide herêmên rêveberiya xweser her tiştî dike.
Di êrişa 5’ê Cotmehê dayî depêkirin de jî ev yek xuya kir.
Rêveberiya Navenda Petrolê ya Rimêlan daneyên dawî yên têkildarî ziyanên pêk hatî de parve kir.
Li gorî vê, di 6 mehên bê de dahatên xezîneya giştî ya rêveberiyê bi 540 mîlyon dolar kêm bûn.
Her wiha 2 mîlyon û 150 hezar kes bê elektirîk man.

Dewleta Tirk a dagirker 5`ê Cotmehê êrişên dijwar li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da destpêkirin.

Dewketa qirker di van êrişan de, rasterast binesaziya herêmê, navendên enerjiyê, av, stasyonên hekrebeyê û bîrên petrol bi balafirên şer û yên bêmirov kirin hedef.

Di encama wan êrişan de, xisarên mezin bi bêtirî mîlyar dolarî li binesaziya herêmê çêbûn.

Di vê raporê de wêranî, lêçûna sererastkirina wê û bandora wê li rewşa jiyanî ya şêniyan a di şeş mehên bê de diyar dibin.

“Di warê petrolê de 540 mîlyon dolar ziyan li gelê herêmê bûye”

Rêveberiya Navenda Petrolê ya Rimêlanê li gor buhaya cîhanî, daneyek li ser xisarên li herêmê bûne, amade kir.

Li gorî wê daneyê, di encama êrişan de dahatên xezîneya giştî ya Rêveberiya Xweser herî kêm bi 540 milyar dolarî kêm bûye.

Yanî ji sedî bêtirî 50’î budceya giştî kêm bûye.

Di daneyê de, buhaya metrekabê gaza xwezayî li gorî nirxên navneteweyî hatiye diyarkirin.

Ji ber hedefkirina stasyonan û kargeha yekane ya gazê, bi awayekî neyînî bandor kir ku gaz li herêmê kêm bibe.

Her wiha êriş bandor li xebitandina firine, aş û stasyonên avê yên herêma Cizîr û beşeke başûrê Dêrazorê kir.

Wek encam, tevahî stasyon ji xizmetê derketin û 2 milyon û 150 hezar kes bê elektirîk man.

Li gor daneyan, artêşa Tirk a dagirker li herêma Cizîrê 13 bîrên petrolê bombebaran kiriye.

Ji ber wê, bi 35 milyon û 351 hezar û 228 dolar zirar li herêmê bû.

Her wiha stasyonên komkirina petrolê yên Aliyan, Babasî, Zarbe, S2, Aliyan Duyem, Seîde hatin hedefkirin.

Zirarên ji ber wê çêbûne 96 milyon û 565 hezar û 768 dolar e.

Ji daneyan diyar dibe ku lêçûna jinûveavakirin û sererastkirina navendên petrolê 7 mîlyon û 500 hezar dolar e.

Back to top button