Israîlê careke din bi dijwarî êrişî Paytexta Sûriyê Şamê kir.
Li gor Hikûmeta Şamê, 4 leşkerên wan hatine kuştin.
Duh bi şev, Israîlê hin baregehên leşkerî li derdora Şamê topbaran kirin.
Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Şamê ragihand ku di encama êrişê de, 4 leşkerên wan hatine kuştin û ziyanên madî çêbûne.