Îsraîlê îro berbangê, êrişî derdora Şamê kir.
Di encamê de 2 çekdarên Îranê û leşkerekî hikmeta Şamê hatin kuştin.
Ajansa SANA ya hikumeta Şamê ragihand ku êrişa bi moşekan di seatên berbangê de pêk hat û hin nuqteyên li derdora Şamê hatin hedefgirtin..
SANA diyar kir ku di êrişê de 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûne û zirarên madî çêbûne.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê jî êrişa Israîlê li ser peytexa Sûriyê piştî rast kir.
Çavdêriyê eşkere kir ku nuqteyên leşkerî yên hikûmeta Şamê û depoyên çekan ên Hizbullah û çekdarên Îranê yên li derdora balafirgeha Dîmas bûne aramca êrişa Israîlê.
2 Çekdarên Îranî û leşkerkî hikûmetê hatin kuştin
Çavdêriya Sûrî da zanîn ku di encama êirşê de, 2 çekdarên Îranê û leşkerekî hikûmeta Şamê hatine kuştin û 4 leşkerên din yên hikûmetê birîndar bûne.
Li gorî çavdêriyê, dibe hejmara kuştina zêdetir bibe ji ber ku rewşa hin birîndaran giran e.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku ji serê sala 2023 û vir ve artêşa Israîlê 20 caran êrişî xaka Sûriyê kiriye.