Nûnerê Mesîhiyên li Şengalê, Gabrîel Şemûn diyar kir ku divê xwseriya Şengalê hebe û ew weke Nûnerê Mesîhiyên li Şengalê, li ser vê yekê dixebitin
Di 24’ê Hezîrana 2023’an de hêzên siyasî û civakî yên Şengalê bi navê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê, yekîtî û tifaqa xwe ragihandibûn.
Di vê tifaqê Mesîhî, Sune, Şîa û Tirkmenên herêmê jli ser navê gel û baweriyên Şengalê beşdar bûn.
Nûnerê Mesîhiyên li Şengalê, Gabrîel Şemûn jî yek ji beşdarên komxebatê bû derbarê tifaqê û komxebatê de axivî.
Gabrîel Şemûn di destpêka axaftina xwe de kêfxweşiya xwe ya ji bo tifaqê da nîşandan û got:
“Hikumeta Iraqê pêwîst e berpirsyariyên xwe yên li ber civaka Êzidî û her wiha Mesîhiyan pêk bîne.”
Gabrîel Şemûn derbarê rewşa Mesîhiyên li Şengalê da zanîn ku li Şengalê 3 dêr hene her sê jî xirakirî ne û eger wisa dewam bike, gelek ji me wê li vî erdî nemînin.
Şemûn di dawiyê de ev beyam da:
” Divê xweseriya Şengalê hebe û niha em li ser vê yekê dixebitin”