Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Emîne Osê jî behsa vî mijarî kir.
Emîne Osê diyar kir ku îdiayên dewleta Tirk ên ‘vegera dilxwazî’ ya penaberên sûriyeyî dûrî rastiyê ne û got:
Divê hêzên navneteweyî riska vegerandina bi darê zorê ya penaberan bibînin.
Ji ber armanc jê guhartina demografîk a herêmê ye.
Dewleta Tirk a dagirker li heremên dagirkirî polîtîkayên guhertina demografîk bê navber didomîne.
Dagirkeriya Tirk vê plana xwe jî bi îdayên ‘vegera dilxwazî’ ya penaberên sûriyeyî rewa dike.
Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Emîne Osê têkildarî vê yekê axivî.
Li gorî wê, dewleta Tirk bi îdiaya ku ew dixwaze cihekî ji penaberan re peyda bike.
Emîne Osê eşkere kir ku dewleta Tirk bi van îdiayan miqdareke mezin a pereyan qezenc kir
Emîne Osê: Rêveberiya Xweser ne li dijî vegera Sûriyeyiyan e
Di meha 4’an de Rêveberiya Xwreser Insyatîfa çareserkirina aloziya Sûrî raghand .
Insyatîf ji 9 xalan pêk dihat , yek ji wan Rêvberî amadeye penaberên li Tirkiyê pêşwazî bike .
Emîna bal kişand li ser vê mijarî û eşkere kir ku Rêveberiya Xweser ne li dijî vegera sûriyeyiyan e.
Lê guhertina demgorafîk ya ku niha pêk tê wê bibe sedama fitne û şerekî mayînde.
Emîne Osê: Divê hêzên navneteweyî li ber guhartina demografîk rabe
Emîne Osê ji ber riska projeya dewleta Tirk a dagirker hişyarî da û ev bang kir:
“Divê hêzên navnetweyî li ber guhertina demografîk rabe .
Ji sala 2019’an û heta niha, bi sedên sûcan li wir hatine tomarkirin û hîna jî ev senaryo dewam dike.”



