PKK: Di sala 24’an de wê armanca hêzên komploger bi temamî bê têkbirin

Komîteya Rêveber a PKK’ê Komploya 15’ê Sibatê şermezar kir û peyam da ku bi xurkitina têkoşîna demokrasiyê ya cîhanî wê aramnca hêzên komploger were pûçkirin. Komîtê her wiha ragihand ku gelê Kurd û tevgera wî amade ne sala 24’an serfiraziya têkoşînê biafirînin.

Komîteya Rêveber a PKK’ê, têkildarî salvegera komploya15’ê Sibatê daxuyaniyek weşand.

Komîtê bi bîr xist ku di ser komploya li dijî Rêber Apo 23 sal derbas bûne û got;

“Komploya 15’ê Sibatê bi serkêşiya Amerîkayê ji bo tinekirina Kurdê azad pêk hat. Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê 23 sal in li dijî komployê li ber xwe didin. Êdî têkoşîn gihiştiye wê astê ku di sala 24’an de armanca hêzên komploger bi temamî were têkbirin.”

Komîteya Rêverber a PKK’ê pêvajoya destpêkirina komployê û armancê wê wiha bi bîr xist:

Komplo 9’ê Cotmeha 1998’an bi armanca tinekirina Rêber Apo dest pê kir.

Ji ber ku hewldana wan a pêşî bê encam ma, 15’ê Sibata 1999’an Rêber Apo ji Kenyayê revandin û birin Tirkiyê.

Dema ku ev yek jî biserneket vê carê xwestin di nava sîstema tecrîd û êşkenceya giran de têkoşîna azadiyê ji aliyê îdeolojîk û siyasî ve têk bibin.

Piştî ku ev hewldanên wan jî neçûn serî, xeta provokatîf-tasfiyekar xistin dewrê û hewl dan PKK’ê ji hundir ve parçe bikin.

Bi giştî ev hemû hewldan têk çûn û weke hêviya dawî, bi êşkence û tecrîda girankirî ya li Îmraliyê, bi nêzîkatiya ‘rêxistina terorê’ ya li PKK’ê tê kirin, dixwazin hewldana qirkirina gelê Kurd temam bikin.

Ev hevkariya êrişê ya cîhanî, sîstema êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê li ser piyan dihêle.

PKK: Derfetên serkeftin û serfiraziyê hatine afirandin

Komîteya Rêveber a PKK’ê diyar kur ku helwest û berxwedana Rêber Apo, tevgera azadiyê, gelê Kurd û dostên xwe, pêşî li armanca hêzên komploger girt û wiha dawî kir:

“Eşkere ye ku komploya navneteweyî di şexsê Rêber Apo de êrişeke cîhanî ya li ser hebûna Kurd ê azad e.

Li hemberî vê pêngava me ya “Dem Dema Azadiyê ye” jî dibe xwedî asteke cîhanî.

Ji encamên heta niha derketine holê, eşkere ye ku sala 24’an wê derfetên serfiraziyê biafirîne.

Bi pêşengiya berxwedana dîrokî ya Imraliyê, gerîlayên leheng, gelê me û dostên me wê têkoşîna sala 24’an rê li ber têkbirina temamî ya komployê veke.”

Back to top button