Pêngava Tohildana Şehîdên Reqayê di roja 4. de 6 çete girtin

Di roja 4ʹan a Pêngava Tohildana Şehîdên Reqayê de, 6 çete hatin girtin û miqdareke mezin a cebilxaneyan jî hat desteserkirin.

Navenda Ragihandinê ya QSDʹê Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di roja 4’an a operaysonên lêgerînê li bajarê Reqa, gundewarê wê, bajarokên Mensûra, Sirînê û gundewarên wê hatin lidarxistin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Hêzên hevbeş, duh miqdareke mezin a cebilxane û topan dîtin û 6 çeteyên DAIŞʹê girtin.

Kesên hatin girtin hin cihê rûniştin û veşartina şaneya terorîst gotin.

Vê şaneyê di dawiya Kanûna borî de êriş bibirû ser hêzên Asayîşê.

Her wiha yek ji çeteyên hatî girtin di teqandina alavan ji dûr ve xibitî û perwerde li ser vî karî dîtibû.

Hêzên hevbeş vê sibehê operasyonên lêgerînê li taxa Firatê ya bajarê Reqayê û herêma Sefsafa ya gundewarê Tebqayê dabû destpêkirin.

Back to top button