Hêzên Rûsyayê li Eyn Îsa pêl zarokekî 15 salî kir

Hêzên Rûsyayê yên li navçeya Eyn Îsayê di dema dewrî digerandin de pêl zarokekî kir.

Hêzên Rûsyayê yên ku li navçeya Eyn Îsayayê dewrî digerand, pêl zarokê bi navê Dijwar Ferîdon Mihemed yê 15 salî kir.

Bavê Dijwar, Ferîdon Mehmûd ev agahî da û got: “Hêzên Rûsyayê berovajî xeta trafîkê derbas dibûn, li zarok qelibî û wî li erdê hişt.

Eger şêniyên bajarê Eyn Îsayê li pêşiya dewriyeyê ranebûbûna wê dewriye bireviya û zarok li erdê bihişta.”

Ferîdon diyar kir ku kurê wî birin Nexweşxaneya Wetenî ya Reqayê û got: “Hestiyê hewz û herdu lingên wî şikestine.”

Bavê Dijwar Mehmûd bang li aliyên têkildar kir ku hesab ji kesên ku kurê wî birîndar kirine bipirsin.

Back to top button