Trump: Ji bo rêgirtina li ber şer me Suleymanî kuşt

Serokê Emerîkayê Donald Trump ragihand, wî fermana kuştina Qasim Suleymanî da ji bo rê li ber şer bigire, ne ji bo vêxistina agirê şer.

Kuştina Qasim Suleymanî
Suleymanî plana êrîşan li dijî dîplomat û leşkerên Emerîkî dikir

Trump li havîngeha xwe Mar Alago ya li eyaleta florîdayê ji rojnamevanan re axivî û got: Suleymanî plana êrîşan li dijî dîplomat û leşkerên Emerîkî dikir, ji lewre me ew tesfiye kir.

Kuştina Qasim Suleymanî
Trump: Guhertina rêjîma Îranê ne mebesta Emerîka ye

Trump destnîşan kir ku guhertina rêjîma Îranê ne mebesta Emerîka ye û got: êrîşên dawî li dijî hêzên Emerîkî li Iraqê, her weha êrîşên li dijî balyozxaneya me ya li Bexdayê bi fermana Suleymanî hatin kirin.

Kuştina Qasim Suleymanî
Trump: Êrîşên li dijî balyozxaneya me ya Bexdayê bi fermana Suleymanî bû

Serokê Emerîka Donald Trump diyar kir ku Îran çekdarên bi wekalet ji bo têkbirina ewlehiya dewletên cîran bikar tîne û divê ev yek yekser raweste.

Leave a Reply

Back to top button