Hêzên hikûmeta Şamê û çeteyan bi mûşekan êrîşî hev kirin

Vê sibehê careke din hêzên hikûmeta Şamê çeteyên li gundewarê başûrê Idlibê topbaran kirin. Dewleta Tirk a dagirker jî derdora 30 maşîneyên din ên leşkerî derbasî Idlibê kirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hêzên hikûmetê û çeteyan li gundewarê Idlibê yê başûr êrîşî hev kirin.

Hêzên hikûmetê serê sibehê careke din çete li gundê Kensefre, Fitêre, Mozre yên Cebel Zawiyê topbaran kirin

Çeteyan jî nuqteyên hêzên hikûmetê li Kefrenbil û Hentûtîn topbaran kirin.

Çavdêriyê da zanîn ku li aliyê bajarokê Bînînê çeteyek ji ber bombebarana hêzên hikûmetê hat kuştin.

Li herêma Meirblîtê jî çeteyan balafireke kesfê ya hêzên hikûmetê xist xwarê.

Dagirkeriya tirk 30 maşîneyên leşkerî yên nû derbasî Idlibê kirin

Li aliyê din dagirkeriya Tirk hêjî destekên leşkerî û lojistîk derbasî çeteyên xwe yên li Idlibê dike.

Çavdêriya Sûrî da zanîn ku piştî nîvê şevê dagirkeriya Tirk 30 maşîneyên leşkerî yên nû di deriyê Keferlosînê re derbasî Idlibê kir.

Pevçûnên tund di navbera hêzên hikûmetê û çeteyên daiş’ê rû dan

Li gundewarê Hemayê yê rojhilat jî, pevçûnên tund di navbera çekdarên bi ser hikûmeta Şamê ve û çeteyên Daiş’ê de rû dan.

Back to top button