Çalakvanên Enternasyonalîst wê li dijî tecrîdê bimeşin

Çalakvanê Kolombiyayî Camîlo Torres got ku ew enternasyonalîst bi meşa ku wê li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan li dar bixin, xwest ku hemû saziyên li Ewropayê dengê wan bibihîzin.

Enternasyonalîst wê di 6’ê Sibatê de li Qada Neûve ya Cenevreyê saet di 9.30’an de dest bi meşê bikin.

Di 7’ê Sibatê de bimeşin Lozanê, 8’ê Sibatê biçin Bernê, di 9’ê Sibatê Solothûrn û di 10’ê Sibatê bimeşin heta Baselê û çalakiyên li Swîsreyê temam bikin.

Enternasyonalîstê Kolombiyayî Camîlo Torres wek Komîteya Amadekar a meşê axivî û got:

“Em dixwazin li dijî vê tecrîda li dijî Rêbertiyê berdewam e, peyamekê bidin ku bigihîje cihê xwe.

Em her kesî vedixwînin ku bi me re bimeşin.

Em têkoşîna xwe geştir bikin û bi azadiya fizîkî ya rêbertiya xwe tacîdar bikin.”

Em dixwazin dengê me bigihînin hemû saziyên li Ewropayê û yên mafê mirovan.

Bila gel xwe li dijî tecrîda li ser Rêberê gelan xwe bêdeng nekin.”

Back to top button