Operasyona ”Tolhildana Şehîdên Reqayê”

Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê îro di roja 3’an de dewam dike. QSD’ê ragihand ku 2 çeteyên terorîst girtine. Her wiha operesyon li navçeya Sirînê îro bi dawî bû.

25’ê vê mehê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê û Asayişê Pêngava ”Tolhildana Şehîdên Reqayê” li herêmên Kerame, Sirîn û Mensûrayê dane destpêkirin.

Tolhildana Şehîdên Reqayê: 32 çete hatin girtin

Herî dawî Navenda Ragihandinê ya (QSD) bi daxuyaniyekê eşkere kir ku duh di çarçoveya vê pêngavê de wan 32 çete girtine.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku çek, cebilxane û belge li gel wan jî hatine desteser kirin.

Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê di roja 3’an de ye

Li gor daxuyaniyê ji nav wan girtiyên ku li Reqayê hatine girtin, 2 endamên rêxistina terorîst çeteyên êrişa li dijî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li taxa Diriyê bûbûn li gel xwe ve vedişartin.

Ev çete li xwe mikur hatin ku wan hewla xelaskirin û veşartina çeteyên DAIŞ′ê ku di êrişa li dijî taxa Diriyê de birîndar bibûn, dikirin.

QSD’ê piştrast kir ku her du çete Ehmed û Kasir têkiliya wan bi waliyê wîlayeta Reqayê re yekser hebû.

Vê sibehê jî hêzên hemleya operasyonên lêgerînê li Reqayê da destpêkirin.

Hêzan beşên mezin ji taxa Diriyê paqij kirin û hîna hemle dewam dike.

Li rojavayê Reqayê jî hêzên operasyonên hevbeş operasyonên lêgerînê li gundên
Ebû Qibêî û Hemam dewam dikin.

Back to top button