Ciwanên Şoreşger: Em ê xwedîderketina li berxwedana zindanan bidomînin

Çalakiyên piştgiriya bi berxwedana girtiyên azadiyê li bakur û rojhlatê Sûriyê dewam dikin.
Di vê çarçoveyê de konê çalakiyan ku Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan li bajarên Qamilşlo û Hesekê li dar xistine di roja 6’an de bi serdanan dewam dikin.

Çalakiyên konvedanê a Kantona Hesekê ku Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan li dar xistine, di roja 6’an de berdewam dikin.

Çalaki bi dirûşmeya “bi rihê berxwedana zîndanan teqez em ê bi ser bikevin” pêk tê….

Ciwanên ku tevlî konê çalakiyê bû, destnîşan kirin ku ewê xwedîderketina li berxwedana zindanan bidomînin û dê heta rakirina tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Ocalan têbikoşin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku çalakiya konê piştevaniya berxwedana zindanan dê sibe bi meşek girseyî bi dawî bibe.

Çalakiya konvedanê li Qamişlo di roja 6’an de dewam dike

Çalakiya konvedanê ya li bajarê Qamişlo jî bi dirûşma “Dem dema azadiyê ye, teqez emê bi ser bikevin” li parka nêzî Komseriya Bilind a Netewên Yekbûyî di roja 6’an de dewam dike.

Îro şanedeyk ji bajarokê Tirbespiyê beşdarî konê çalakiyê bû.

Li ser navê şandeyê kesên axivîn, piştgiriya xwe ji çalagerên girava birçîbûnê re heta dawiyê anîn ziman û gotin ewê di nava çalakiyan de bin.

Dawiyê bag li rêxistinên mirovî hat kirin ku li hember siyastên dewleta Tirk xwedî helwest bin û binpêkirinên ku li girtîgehan pêk tên bi dawî bikin.

‘Heta azadkirina rêbertî em ê li ber xwe bidin’

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ku tevlî çalakiya konvedanê a li bajarê Qamişlo bûne tekez kirin ku ewê bi çalakiyan destekê bidin girtiyên siyasî heta ku bigihêjin armanca xwe û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan rakin.

Ciwanan gotin:

Sedema ku dihêle dewleta Tirk tecrîdeke giran li ser rêber Abdullah Ocalan ferz bike û mafên girtiyan binpê bike, zîhniyata wê ya li dijî fikrên azad e.

Ciwanan tekez kir ku wekî ciwanên şoreşger ewê xwedî li berxwendana girtiyên siyasî ya li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan, derkevin û sînorekî ji binpêkirinên dewleta Tirk li dijî girtiyan re deynin..

Back to top button