Li navçeya Şedadê Meclisa Malbatên Şehîdan merasîma bîranîna 43 şehîdên meha Çileyê yên ku di demên cuda de şehîd bûbûn, li dar xist.
Bi dehan endamên malbatên şehîdan, saziyên sivîl û leşkerî beşdarî merasîmê bûn.
Di merasîmê de 43 şehîdên ku di meha Çileyê de di demên cuda de şehîd bûne, hatin bi bîr anîn .
Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Şedadê Ewdet El-Luheybî axivî û diyar kir ku ji bo rûmet û azadiya gelê xwe şehîdan canê xwe feda kir.
El-Luheybî piştrast kir ku QSD`ê dê têkoşîna xwe heta avakirina Sûriyeke demokrat û nenavendî, bidomîne.
Hevserokê Meclisa Navçeya Şedadê Elaa El-Omer jî desnîşan kir ku ji bo parastina destkeftiyên ku bi saya fedakariyên şehîdan bi dest xistin, divê gelê herêmê hevgirtina xwe xurt bikin.