Li bakurê Hewlêrê li nêzî Balyozxaneya Amerîkî Sê balafirên bêpîlot hatin xistin.
Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnav diyar kir ku îro balefireke bêpîlot a bombebarkirî li Gundê Barg yê li bakurê Hewlêrê
û du balafir jî li gundê Kama Span hatin xistin.
Her du gund 3 km dûrî Balyozxaneya Amerîka ya li Hewlêrê ne.
Parêzgarê Hewlêrê diyar kir ku yek ji balfiran li baxçeyên gundê Brag ket û zirarên madî gihande mala welatiyekê wê herêmê.
Li gorî hin raporên ku rojnameyên rojavayî weşandine, fikarên DYE zêde dibin ku hin komên Iraqê balafirên bêpîlot bikarabînin.