Fermandara YAT’ê Gulbihar Çiya: Kampa Holê pirsgirêkeke navneteweyî ye

Ji fermandarên Yekîneyên Antî Teror (YAT) Gulbihar Çiya derbarê Operasyona Mirovî û Ewlehî ya ku li Kampa Holê hatibû destpêkirin de axivî û da zanîn ku ew tevahiya cîhanê ji xeteriya ji nû ve zindîbûna DAIŞ’ê diparêzin.

Li Kampa Holê, zêdetirî 60 hezar koçber û penaberên Sûrî û Iraqî û malbatên DAIŞ’ê lê dimînin.

Li kampê di sala dawî de gelek bûyerên kuştin û şewîtandin pêk hatin.

Di heman wextê de şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê bi rengekî pir aktîf di hundirê kampê de xwe bi rêxistin dikirin.

Bi armanca bêbandorkirina van şaneyan, Hêzên Asayişê, QSD’ê, YPJ’ê û YPG’ê di 28’ê Adarê de dest bi operasyona Mirovî û Ewlehiyê kirin.

Di derbarê rewşa piştî Operasyonê de Fermandara Yekîneyên Antî Teror YAT Gulbihar Çiya axivî.

Gulbihar diyar kir ku şerê li dijî Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê di salên borî de dane meşandin bû sedem jin bikarîbin nasnameya jina azad bidest bixin û têkoşîneke demdirêj bikin.

Gulbihar da xuyakirin ku têkoşîna jina Kurd li ser asta navneteweyî dengveda ye.

Fermandara YAT’ê Gulbihar Çiya: Ji bo parastina sivîlan me dest bi operasyona mirovî û ewlehiyê kir

Fermandara Yekîneyên Antî Teror YAT bal kişand ser Kampa Holê û bûyerên ku lê diqewimin.

Fermandara YAT’ê Gulbihar Çiya di dawiyê de da zanîn ku ji bo bûyerên kuştinê were rawestandin wan operasyona Mirovî û Ewlehiyê dane destpêkirin.

Back to top button