Michel: Girîngiya serdanê di bin siya şêwazê rûniştinê de ma

Civîna lîderên Ewropa ya ji bo Tirkiyê di nava qada navnetewî de rastî bertekan tê.
Li aliyekî mijarên lîderan girtine dest û li aliyê din şêwazê rûniştinê bûye rojeva çapemenî, parlementer û rêxistinan.
Serokê Konseya Ewropa Charles Michel jî diyar kir ku girîngiya serdanê di bin siya şêwazê rûniştinê de ma.

Di dema sedana Serokê Konseya Ewropa Charles Michel û seroka Komisyona Ewropa Ursula von der Leyen serdana 6’ê Nîsanê serdana paytexta Tirkiyê Enqerê kiribû.

Di civîna lîderan ya li gel Erdogan de, şêwazê rûniştinê bû rojev.

Li cihê ku Leyen divê li kêleka Erdogan li ser kursî rûniştiban Charles Michel rûnişt.

Vê yekê li nava Ewropa bertek da avakirin û çapemeniya cihanê jî ev yek weke rojeveke sereke ragihand.

Michel jî piştî van rexneyên tund xwe neçar dît ku biaxive

Serokê Konseya Ewropa got,

Hinek dimen didin xuyakirin ku li hember rewşa heyî bêhelwest mame. Ev rastiyê nîşan nadin.

Michel diyar kir ku girîngiya serdanê di bin siya şêwazê rûniştinê de maye.

Back to top button