Nûnerê hikumeta Şamê yê NY: Erdogan li herêmên dagirkirî demografya diguhere

Nûnerê Hikumeta Şamê yê li Neteweyên Yekbûyî di diyar kir ku Erdogn piştgirî dide komên çete yên li Sûriyê û li herêmên dagirkirî guhertina demografîk pêk tîne.

Nûnerê hikumeta Şamê yê li NY Besam Sebax duh di civîna Konseya Ewlekariyê de anî ziman ku Dewleta Tirk bi desteserkirina malan, guhertina navên tax û kolanan , ferzkirina perwerdeya bi zimanê Tirkî û ferzekirina pereyê Tirkî û gelek rêbazên din, guhertina demografîk li herêmên dagirkirî pêk tîne.

Sebax anî ziman ku bêdengiya Konseya Ewlekarî ya derbarê kiryarên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî cihê pirsê ye.

Back to top button