Li Polonya serdema deshilata nîjadperest bi dawî bû

Li Polonya hilbijartina pêkhatî, ji bo nîjadperestan têkçûnek mezin bi xwere anî.
Li gorî daneyên nefermî, deshilatdariya 8 salan a Partiya Hiqûq û Edaletê (PiS) ber bi dawiyê ve diçe.
Lîderê mixalîf yê alîgirê YE yê Tusk got:
Demokrasî biser ket.

Li Polonya serdema 8 salî ya deshilata Partiya Hiqûq û Edaletê ya rastgir a populîst (PiS) bi dawî dibe.

Ev encamên nefermî eşkere dikin ku partiyên muxalefetê yên rastgir ên navendî ji bo avakirina hikumetê bi têra xwe kursî bidest xistine.

Li gorî rapirsiya ku ji aliyê Ipsos ve hatiye kirin, PiS dikare ji sedî 36,6 ê dengan bi dest bixe û ji parlamentoya 460 kursî 198 parlamenteran hilbijêre.

Konfederasyona rastgir a tund, yek ji partiyên ku PiS bi serokatiya Jaroslaw Kaczynski karibû hikûmetê ava bike, li jêr hêviyan bû û ji sedî 6,4 ê dengan stend.

Ev rêje nîşan dide ku partiya Konfederasyonê dikare bi 14 wekîlan li meclîsê were temsîlkirin.

Bloka sereke ya opozisyonê, bi serokatiya Koalîsyona Sivîl (KO) ku serokwezîrê berê yê Polonyayê Donald Tusk serokatiya wê dike, gihîşt 248 kursiyan.

Di heman tifaqê de rêjeya dengên KO ji sedî 31, Rêya Sêyemîn ji sedî 13,5 û Çepên Nû jî ji sedî 8,6 hatin diyarkirin.

Li gorî van encaman KO wê 161 kursî, Rêya Sêyem 57 û Çep a Nû 30 kursî bi dest bixin.

Çûyîna li ser sindoqan di asta herî jor de bû

Beşdariya hilbijartinan a ji sedî 73 di asta herî jorê de bû.

Serokê berê yê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Tusk di daxuyaniya xwe ya derbarê encaman de got,

“Polonya bi ser ket, demokrasî bi ser ket… Ev dawiya hikûmeta PiS e.

Ez bi salan siyasetmedar im.

Di heman demê de werzişvan im.

Ji ber ku di jiyana xwe de cara ewil bûm duyemîn ez gelekî kêfxweş im.”

Tusk soz dabû ku ger werin ser desthilatdariyê, ew ê têkiliyên Warşowayê bi YEyê re baştir bikin û cezayên PiS yên nakok ên di mijarên wekî serweriya hiqûqê, azadiya çapemeniyê, koçberî û mafên LGBTI+ de betal bikin.

Lêbelê, Tusk û hevalbendên wî dibe ku ji bo avakirina hukûmetê bi hefteyan bisekinin.

Back to top button