Hefter li Parîsê bi Macron re rûnişt

Derbarê nîqaşkirina rewşa dawî ya Lîbyayê, serkêşê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, Xelîfe Hefter bi serokomarê Fransayê Emmanuel Macron re civiya.

Li gorî buroya ragihandinê ya Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, ji bo serdanê Fransayê, vexwendineke fermî ji aliyê serokomarê Fransayê ji Hefter re hatibû.

Ji ber vê yekê îro sibehê Hefter serdana Fransayê kir û bi serokomar Emmanuel Macron re li wesra Êlîzê civiya.

Di rûniştinê de, tevî Macron, Serok Erkan û Wezîrên Parastin û Hundirînê jî amadebûn.

Macron piştgirya xwe bi Artêşa Niştîmanî re nîşan da

Di rûniştinê de rewşa dawî ya Lîbyayê, tê de şerê li dijî terorê û dosyaya koçberiya nerawa hatin nîqaşkirin.

Macron derbarê şerê li dijî terorê de, piştgirya xwe bi Artêşa Niştimanî re anî ziman.

Piştre Xelîfe Hefter bi Wezîrê Derve yê Frasayê, Jean-Yves Le Drian re civiya.

Back to top button