Silêman Soylo vê carê dibêje: Tuhmetbara teqîna Stenbolê ji Minbicê hatiye

Ehlam El Beşîr a ku ji ber teqîna li Stenbolê tê tawanbarkirin diyar kir ku ti eleqeya wê ji YPG’ê nîne û jê re hatiye gotin ku di çentê wê de heşîş heye.
Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyê Suleyman Soylu ku her carê têkildarî bûyerê daxuyaniyek cuda dide, vêcarê jî îdia kir ku Ehlam El Beşîr ji Minbicê hatiye.

Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylu jî têkildarî bûyerê ku her carê tiştekî dibêje, daxuyaniyeke cuda da.

Soylu ku di hevdîtinên bûdçeya salane ya Wezareta Karên Hundir a Tirkiyê de axivî, vêcarê îdia kir ku Ehlam El Beşîr ji Minbicê hatiye.

Beriya niha Soylu gotibû ku El-Beşîr li Kobanê hatiye perwerdekirin û beriya 4 mehan li ser Efrînê re derbasî Tirkiyê bûye.

Lê piştî ku derket holê ku neraste, vê carê Soylo gotinên xwe guhertin.

Ji ber cîranê Ehlam El Beşîr ên li Stenbolê, eşkere kiribûn ku ew saleke li vir e û wê nas dikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku derbarê teqîna li Stenbolê de, PKK, KCK, YPG û QSD’ê jî bersiv dabûn îdeayên dewleta Tirk û ew derewandibûn.

Back to top button