Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di beşa duyemîn a hevpeyvînê de diyar kir ku PKK’ê li Kurdistanê civakeke nû afirandiye û got: “Têkoşîna li Kurdistanê li nava mirovahiyê, jinan, ciwanan, gelan û bindestan belav dibe.
PKK her diçe berfireh bibe û kes nikare pêşî li vê bigire.”
Beşa duyemîn a hevpeyvîna bi Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan ya derbarê salvegera 45’an a damezrandina PKK’ê di ajansa nûçeyan a Firatê de hat weşandin.
Dûran Kalkan anî ziman di dîroka têkoşîna 50 salî ya PKK’ê de civakek nû derket holê û ev tişt got:
“Temenê Rêber Apo di ser 70 salî re ye, damezrînerên PKK’ê nêzî 70 salî dibin.
Ji wê demê heta niha 30 sal derbas bûn. PKK’ê bû hêza afrandina civakeke nû.
Ji kesên destpêkê ku PKK’ê nas kirin, bandor bûn, tê de cih girtin û li kêleka wê bûn.
Lewma divê em bibêjin ku bi PKK’ê re civakek nû derketiye holê.”
Dûran Kalkan: Divê ciwan ji bo têkoşînê ji nava pergala heyî derkeve
Kalkan bal kişand ser êrişên dijmin yên li ser ciwanan û ev peyam da:
“Rêber Apo digot, “Me bi ciwanan dest pê kir, em bi ciwanan bi ser dikevin.
Divê ciwan ji bo têkoşînê ji nava sîstema dewletê heyî derkeve.
Pêwêste ciwan bixwînin, nîqaş bikin, xwe bi rêxistin bikin û beşdarî têkoşînê bibin.
Ji ber ku paşeroj ya wan e. Paşeroja rast jî encex ew dikarin bi destên xwe ava bikin.
Di dewamê de Dûran Kalkan hevdtînên koma ewil ya PKK’ê bi malbatan re nirxand û got:
Ji ber parçebûna Kurdistanê, belavbûna PKK’ê jî li Kurdistanê perçe perçe çêbû.
Rêber Apo li Rojava yekem car malbat nas kirin, piştre komên yekem derbasî wir bûn, bi vê yekê re PKK’ê xwe gihande malbat, gel, karker û kedkaran.
Dûran Kalkan: Gel edalet û heqîqet di PKK’ê de dît
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê bi lêv kir ku gelê Kurd rastî, edalet û heqîqet di pêşengên PKK’ê de dît û got:
“Rêber Apo dibêje, “Gel ne ji peyvan, ji sekn, şêwaza jiyana Apoyî bandor bû û bawer kir û di her warî de piştgirî da.”
Gel ji xwe zêdetir, bawer kir ku PKK’ê nûnertiya huqûq û edaletê dike.”
Dûran Kalkan: PKK wê berfireh bibe, kes nikare pêşî lê bigire
Kalkan diyar kir PKK’ê ji her çar peşên civaka Kurdistanê girt nava xwe û ev tişt anî ziman:
“PKK Tevgera demokratîk ya gel a Rojhilata Navîn e.
Tevgera azadî û demokrasiyê ya mirovahiyê ye.
Şoreşa Rojava bandor hem li ser jin û hem jî mirovahiyê kir.
Her kes li dijî DAÎŞ’ê tevlî berxwedana Kobanê û Rojava bû.
Niha têkoşîna ku li dijî faşîzma AKP û MHP’ê tê meşandin, belavî hemû cîhanê dibe.
PKK’ê wê belav bibe û kes nikare pêşî lê bigire.”
Dawiyê Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan 45’emîn salvegra damezrandina PKK’ê pîroz kir û got:
“Em vê têkoşînê hên zêdetir rêvedibin û em ê vê yekê bi rengekî bihêztir pêkbînin.



