Serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 63 roj in didomin

Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di salvegera xwepêşandanên 2019’an de dewam dikin.
Tevî barîna baran û sermayê jî gel di roja 63’an de jî daketin kolanan û çalakî lidarxistin.
Li aliyê din heta niha di êrişîn hêzên dewletê de 342 kes hatine qetilkirin.

Serhildana gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ku bi qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî dest pê kir 63 rojin didomin..

Tevî rewşa heyawê ya ne baş jî careke din gel bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ daketin qadan û daxwaza azadiyê kirin.

Ji bajarê Xoy heya bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê çalakî hebûn.

Çalakiyên bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî‘ berfireh dibin

Bi taybet li Urmiye, Mahabad, Bokan, Seqiz, Dîwander, Sine, Kamyaran, Kirmaşan û gelek deverên din bi hezaran kes daketin qadan.

Hêzên dewletê jî weke her car êrişî çalakeran kirin..

Di êrişên li Sine de 2 kes û li Seqizê jî 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan jî birîndar bûn.

Welatiyên li bajarê Pîranşehrê jî bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ heya derengiya şevê li qadan bûn.

Li ser asta Îranê jî tevî serma û baranê, li Tahran, Meşhed, Babol, Tewrêz, Bender Ebas, Masal, Şîraz, Esfehan û gelek bajarên din çalakî hebûn..

Di çalakiyan de, welatiyan dirûşmeya ‘Bimre dîktator’ qêriyan..

Li vir jî polîsan êrişî xwepêşandêran kir.

Li bajarê Xumeyn, cihê ji dayîkbûna damzerênerê Komara Îslamî Ruhula Xumêynî jî gel daketin qadan û mala Xumêynî dan ber agir.

Li bajarê Îzê jî merasîma cenazeyê zarokê 10 salî yê bi navê Kiyan ku du roj berê ji aliyê polîsan ve hatibû qetil kirin, hat lidarxistin.

Li aliyê din, Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê bîlançoya qurbaniyên serhildana gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê weşand..

342 kes ji aliyê dewleta Îranê ve hatine qetilkirin

Rêxistinê eşkere kir ku heta niha bi destê hêzên dewletê 342 kes hatine qetilkirin, ji wan 42 zarok in û 26 jî jin in.

Di raporê de qale xeteriya biryara cezayê darvekirinê li ser kesên hatî girtin ya Dozgeriya Îranê jî hat kirin û hat gotin:

“Saziya Dozgeriyê ya Komara Îslamê saziyek serbixwe nîne. Ji ber ku beşek ji amûra çewisandinê ya rejîmê ye. ”

Rêxistinê, biryara Dozgeriyê ku dabû şermezar kir û nerewa binav kir..

Back to top button