QSD: ME 24 ŞERVANÊN XWE YÊN DÎLGIRTÎ RIZGAR KIRIN

Şervanên QSD’ê pêngava xwe ya li dijî DAIŞ’ê bi encam dikin.
Di wextekê de ku şervan bi deh-hezaran û gelek ji Kurdên Êzidî rizgarkirine, şervanên xwe jî azad dikin.
Fermandariya giştî ya QSD’ê ragihand ku, hêzên wan 24 şervanên li cem DAIŞ’ê girtî bûn, rizgar kirin.

Têkildarî mijarê Fermandariyê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxauyniyê de wiha tê gotin.

Weke pêdiviyeke girêdana me ya exlaqî ji bo ewlehiya kesên sivîl û rizgarkirna şervanên me yên dîlgirtî, me operasyonên xwe yên leşkerî dane sekinandin.

Da ku şervanên QSD’ê bikaribin hemû sivîl û şervanên girtî rizgar bikin.

Di vê çarçoveyê de , hêzên QSD’ê karîbûn hejmareke mezin a sivîlan û şervanên dîlgirtî bi riya korîdorên ewle rizgar bikin.

Li ser vî bingehî 24 hevrêyên me yên ku demeke beriya niha ji aliyê çeteyan ve hatibûn revandin, hatin rizgarkirin.

Leave a Reply

Back to top button