Artêşa Tirk navenda Kobanê topbaran kir-HAT NÛKIRIN

Çiyayên Kurdistan, Şengal, Til Temir, Eyn Îsa û Kobanê.
Dewleta Tirk a dagirker hemwext êrişên herî dijwar li dijî hebûna gelê Kurd pêk tîne.
Û ev êrişên giran li ber çavê hemû cîhanê û bi erêkirina wan pêk tên.

17’ê Nîsanê artêşa Tirk, bi desteka hêzên PDK’ê li dijî herêma Zapê tevgereke nû ya dagirkeriyê da destpêkirin.

Hemwextî vê yekê artêşa Iraqê jî êrişî Şengalê kir.

Dîsa Til Temir, Eyn Îsa û gundewarên herêma Firat bi rojane dibin armanca êrişa dagirkeran.

Di van êrişan de artêşa Tirk bêyî ferqê bixe nava gel û hêzên leşkerî, hebûna gelê Kurd ji xwe re dike armanc.

Dagirker vê sibê navenda bajarê Kobanê bi hawan dijwarî topbaran kirin.

Heta niha 6 hawan li navenda bajar ketiye ji wan 4

Taxa Kaniya Kurdan û 2 Kolana 48’an ketine. Hinek ji wan hawanan neteqiyan e.

Li gorî encamên pêşî, ji ber êrişê 2 kes birîndar bûn.

Navê welatiyên birîndar bûne Ferhad Mihemed Hesen û Fîras Mihemed e.

Şevê din dîsa bi dijwarî gundên Zirgan û Til Temirê hatin topbarankirin.

Back to top button