PYD’ê sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi peyamekê sersaxî ji qurbaniyên lehiya Hewlêrê xwest.

Doh li Hewlêra Başûrê Kurdistanê lehî rabû, di encamê de 12 kesan jiyana xwe ji dest da.

Ji bo vê PYD’ê peyameke piştgirtî û sersaxiyê ji gelê Başûr re şand û xemgîniya xwe anî ziman.

PYD’ê di peyamê de got:

”Em di Meclisa Giştî ya PYD’ê de û gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî vê êşê bi we re parve dikin.

Ji malbatên qurbaniyan û gelê Kurd ê Başûrê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em piştgiriya we dikin..”

Back to top button