
Şaredariya Gel a Girkê Legê û Şedadê yên kantona Qamişlo projeyên xizmetguzariyê yên ziftkirina rêyan û dirêjkirina torên kanalîzasyonê pêk tînin.
Şaredariya Gel a Girkê Legê rêyên gundên Sirmsaxa Jêrîn 3 km û rêya gundê Sirmsaxa Jorîn 2 km zift kirin.
Li gundê Mistefawiyê torên avê dirêj kirin û li Çerxerêya Aliyan û Taxa Şehîd Kawa torên kanalîzasyonê restore kirin.
Şaredariya gel a navçeya Şadadê jî dest bi projeya dirêjkirina torên kanalîzasyonê bi dirêjahiya 2 km li taxa Başûr ya Şedadê kir.
Li gorî berpirsên pirojeyê, piştî bidawîkirina xebatên li taxa Başûr, dê li taxên din ên bajêr projeyên dirêjkirina torên kanalîzasyonê bidin destpêkirin.