QSD: Dewleta Tirk amadekariya êrîşekê dike

QSD’ê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk 2 km nêzî rêya M4 xebata çêkirina baregehan dimeşînin û amadekariya êrişê dike.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê têkildarî êrişên dewleta Tirk yên li ser navçeya Eyn Îsayê û derdora wê daxuyaniyek da.

QSD’ê diyar kir ku di dema dawî de êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser xeta Eyn Îsa û gundewarên Girê Spî zêde bûne.

Bi taybetî 3 rojên dawî navenda bajarê Eyn Îsa û derdora wê bi dijwarî tê bombebarankirin, û sivîl tên hedefgirtin.

QSD’ê ragihand ku li xeta gundê Malikiyê tevger û amadekariyê çeteyan jî zêdetir bûne û got,

Çeteyên dewleta Tirk 2 km nêzî rêya M4, xebata çêkirina baregehan dimeşînin û amadekariya êrişê dikin.

Back to top button