Li kampa Holê penaberekî Iraqî hat kuştin

Bûyerên kuştinê li nava kampa Holê ku bi hezaran malbatên DAIŞ’ê û penaber lê dimînin bi dawî nabin. Îro berdest sibê dema hêzên Ewlekariyê di nava kampê de dewriye digerandin, cenazeyê kesekî ku bi kêran hatiye kuştin dîtin.

Kampa Holê yek ji deverên herî xeter ên cihanê tê pênasekirin..

Bi sedan malbatên DAIŞ’ê lê tên ragirtin û di nava kampê de her wiha penaber jî hene..

Îro seat derdora 2:30 ber destê sibê, dema hêzên Ewlekariya kampê dewriyeya rûtînî digerandin, cenazeyê ciwanekî li nava beşa 3 dîtin..

Piştî lêkolînan, derket ev ciwanê ku bi kêran hatiye kuştin, Iraqiye û navê wî jî Hamid Cabir El-Hewase..

Back to top button